Li Mûşê jinika ku 3 zarokên xwe yên astengdar mîna roniya çavan xwedî dike weke "dayika salê" hat hilbijartin

Muş
MUŞ (AA) - Li Mûşê Fatma Polata 42 salî û dayika 3 jê astengdar 4 zarokan, ji aliyê Midûriya Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî va weke "dayika salê" hat hilbijartin.
Ayşe Kardaşa Cîgira Midûr a Malbat Xebat û Xizmetên Civakî û personelên pispor çûn mala Fatma Polatê ya li taxa Hurriyetê û çîçek danê.
Fatma Polat weke dayika salê hat hilbijartin û ji bo fedakariyên wê Kardaşê spasiya Polatê kir û got ku ew ji bo Roja Dayikan hatin ziyareta malbatê.
Kardaşê diyar kir ku 4 zarokên dayikê hene û 3 jê astengdar in û wiha dewam kir, "Di vê pêvajoyê da weke sazî em malbatê ji piştgiriyê bêpar nahêlin. Em Roja Dayikan a dayika me pîroz dikin. Dayika me weke roniya çavan zarokên xwe yên astengdar xwedî dike. Di van şert û mercên dijwar da weke sazî em ê timî piştgiriyê bidin malbatê."
Fatma Polatê jî wiha xeberda, "Midûriya Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî alîkariyê dide me. Ez hem dêtiyê hem bavtiyê dikim. Serbilind im ku weke dayika salê hatim hilbijartin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.