Li Mûşê Gungora bi sendroma downê, bi rêya qursên ku beşdar dibe tiştan hildiberîne
Muş
Li Mûşê Rabia Nur Gungora ku bi sendroma downê ye, beşdarî qursên ku Navenda Perwerdeya Gel vedike, dibe û bi vê rêyê him şiyana xwe ya destan pêş dixîne û him jî dikeve nava civakê.
Gungora 24 salî digel dayik û xwişka xwe li Navenda Perwerdeya Gel beşdarî qursa hunerên destan bû.
Gungora ku mezûna lîseyê ye, bi piştgiriya mamosteyên pispor û hevalên xwe yên qursiyer, şiyanên xwe pêş dixe û berhemên wekî portre, tûrik û tabloyên mozaîkê çêdike.
Gungorê diyar kir kuew heyrana Tarkan e û dixwaze yek ji berhemên xwe bi diyarî bide wî.
Gungorê her wiha destnîşan kir ku wê ji bo beşdariya nava civakê li qursê qeyda xwe çêkiriye û got, "Ez ji karê ku di nava qursê da dikim pir kêfxweş im. Ez mozaîk û portreyên Ataturk çêdikim. Bi taybetî tabloyên mozaîk ji bo min xwedî wateyeke taybet in."
Sumeyya Aydina mamosteya sereke ya qursê, got, "Rabia di qursê da bi çêkirina tûrikan dest pê kir. Enerjiya wê di nava qursiyeran da reng vedaye. Armanca me ew e ku bi firotina berhemên ku ew û qursiyerên din çêdikin, piştevaniya aboriya malbatan bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
