Li Mûşê cucikeke leglegê ya ku ji hêlîna xwe ketibû xwarê tê dermankirin

Muş
Li Mûşê cucikeke leglegê ya ku ji hêlîna xwe ya li ser sitûna elektrîkê ketibû xwarê, tê dermankirin.
Li gundê Yelalanê yê bi qasî 45 kîlometroyan dûrî Mûşê, Mehmet Tahir Sevîmê welatî dema dît cucikeke leglegê ji hêlîna xwe ketiye xwarê, rewş bi Rêveberiya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ragihand.
Ekîb çû gund û cucikeke leglegê ya ji hal da ketî, anîn rêveberiyê, hildan bin dermankirinê û piştî ku bi ser xwe va hat dê daynin hêlîna wê.
Welatî Sevîm spasiya ekîban kir û got, "Dema min zarok dibirin dibistanê min dît cucikeke leglegan ketiye xwarê û ji ber ku cucik e nikare li ser piyan bisekine. Ekîb di cih da hatin û ew birin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.