Li Mûşê başokeyê birîndar hildan bin parastinê
Muş
Li Mûşê başokeyê birîndar hat dîtin hildan bin parastinê.
Îdrîs Taşçiyê li nêzîkî gundê Karabeyê heywanên xwe diçêrand, rastî başokeyê birîndar hat û agahî da peywendîdaran.
Taşçi rahişt başokeyê birîndar û ew bir cihekî ewle û pişt ra jî spart ekîbên Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî yên hatin deverê.
Hat ragihandin, başokeyê ku ekîban hilda bin parastinê dê ji bo tedawiyê ji Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê ya Ajalên Beyanî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê ra bê şandin.
Taşçi di daxuyaniya xwe da diyar kir ku dema wî heywanên xwe diçêrand, ew rastî başokeyê birîndar hat û wî agahî da ekîban.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
