Jiyan

Li mêrg û mexelên Mûşê karê dotina şîr a bêrîvanan dewam dike

Sabri Yıldırım  | 18.09.2025 - Rojanekırın : 18.09.2025
Li mêrg û mexelên Mûşê karê dotina şîr a bêrîvanan dewam dike Sabri Yıldırım

Muş

 Li Korkuta navçeya Mûşê li çol û mexelan şixûlê dotina şîr a bêrîvanan dewam dike.

Jinên ku li gundê Yolgozlerê debara xwe bi heywandariyê dikin, her roj bi traktorê diçin mêrg û mexelên ku pez lê tê çêrandin.

Bêrîvan li cihê ku pez lê didin mexel şîr didoşin, bi şîrê pez penêr davêjinê û rûnê nivîşk çêdikin. Jin qismekî penêr û rûnê xwe seba zivistanê hildidin, qismê din jî difiroşin.

Ji jinên bêrîvan Makbule Suzenê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew debara xwe bi heywandariyê dikin.

Suzenê daxuyand ku li çol û mexelan karê wan yê dotina şîr dewam dike û wiha dewam kir, "Em rêncberiyê dikin. Êdî hewa sar bû, pez stewr dibe. Em ji bo pêdiviya xwe ya zivistanê penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin. Em li vê derê 10 jin her roj şîr didoşin."

Meryem Donmezê jî wiha got, "Çend roj şûnda bizin êdî stewr dibin û şîr nadin. Hindik ma ku sezona dotina pez kuta bibe. Me havînê rojê du danan pez didot, em niha rojê danekî didoşin. Şîrê pêz kêm bû."

Selahattîn Kalindudakê ku diyar kir ku li gund 7 hezar serî pez tê xwedîkirin jî wiha got, "Gundê me 200 malan pêk tê û her kes heywandariyê dike. Em bi heywandariyê piştgiriya aboriyê dikin. Hewa êdî sar bû. Em ê zivistanê 5 mehan pêz di goman da xwedî bikin. Em di şert û mercên dijwar da heywandariyê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.