Jiyan

Li Mêrdîn û Batmanê di kelekela germa havînê da kêfa li banî

Ji ber kelekela germa havînê li Mêrdîn û Batmanê welatî bi şev di dîwanên li ser baniyan da radizên

İbrahim Toprak, Şahin Seçen, Halil İbrahim Sincar  | 19.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Li Mêrdîn û Batmanê di kelekela germa havînê da kêfa li banî Halil İbrahim Sincar

Batman

Li Mêrdîn û Batmanê ji ber germahiya hewayê ya zêde welatî bi şev di dîwanên li ser baniyên malan da di bin çirûsîna stêrkan da radizên.

Li Mêrdîna ku bi dîrok û çanda xwe va adeta muzeyeke servekirî ye, kesên ku ji germa havînê tengezar dibin, di dîwanên li ser baniyan da xwe hênik dikin.

Şêniyên bajarê ku germahiya hewayê car caran ji 40 pileyî derbas dibe, di mehên havînê da di dîwanên li ser baniyan da yên ku qedera mêtreyekê bilind in, wext derbas dikin.

Welatî her wisa bi şev jî di dîwanan da nivînên xwe datînin û di bin çirûsîna stêrkan da radizên.

Selahaddin Atmacayê şêniyê Artukluya navçeya navendê, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku êvarê piştî qulibîna tavê, ew derdikevin ser banî û wextê xwe li wir derbas dikin.

Ali Atmaca jî diyar kir ku ew li ser baniyan êvaran şîvê dixwin, çay vedixwin û her wiha mêvanên xwe diezimînin.

- Batman

Li Batmanê jî nexasim li herêmên çolterê welatî ji ber germahiya hewayê li ser baniyan radizên.

Ahmet Orhanê mixtarê gundê Uçyola navçeya Heskîfê, diyar kir ku çanda razana li ser baniyan vedigere serdemên berê.

Şêniya gund Gurbet Orhanê jî bal kişand ku havînan ji ber ku hundirê malan zehf germ dibe, ew li ser banî radizên.

Ji zarokên ku li banî radizên Aslihan û Rezan Orhan jî bal kişandin ku xewa li banî pir xweş e û ew ji xwe ra li stêrkan tema dikin û wan dijmêrin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın