Li Mêrdînê wesayît û TIRek li hev qelibîn, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
Mardin
Li Artukluya navçeya Mêrdînê, wesayît û TIRek li hev qelibîn, di qezayê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Mêrdîn-Diyarbekirê li taxa Işikyakayê wesayîteke ku plaqeya wê 73 ABU 026 û TIReke ku plaqeya wê 47 AC 561 e û nasnameya şofêrên wan hê ne diyar in li hev qelibîn.
Li ser cabdayînê cendirme, ekibên Tenduristiya Bilez a 112yê û agirkujê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da Nufel Karaalp (30) mir, Berîvan Pulat (16) û Suphî Pulat (35) jî birîndar bûn.
Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
