Li Mêrdînê otomobîl û mîksera betonê li hev qelibîn, 2 kes mirin kesek birîndar bû

Mardin
Li Artukluya navçeya navendî ya Mêrdînê otomobîl û mîksera betonê li hev qelibîn, 2 kes mirin kesek birîndar bû.
Otomobîla bi plaqeya 42 AJG 336 û mîksera betonê ku navê ajovanên wan hê nayê zanîn, li taxa gundewarî ya Boztepeyê li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê, îtfaiye û cendirme hatin cihê bûyerê.
Di qezayê da Azad Hyê di otomobîlê da canê xwe ji dest da, Nurettîn S. û Zahid E. yên di nava otomobîlê da birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê.
Ji birîndaran Nurettîn S. tevî hemî midaxeleyan nehat xilaskirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.