Li Mêrdînê meşlûrên ku li gor çanda berê tên çêkirin wê di eydê da bên xwarin

Mardin
Li Mêrdînê meşlûrên ku bi ava tiriyan û gûzan li gor çanda berê tên çêkirin, ji ber Eyda Qurbanê zêdetir derdikevin pêş.
Li vî bajarê dîrokî meşlûrên ku tê da potasyum, hesin, vîtaminên A û Byê heye li gor şekir, çîkolata û peqlewayê zêdetir tên xwarin.
Jin li malên xwe gûzan bi tayên dirêj ra dikin û tînîn navendên ku meşlûr lê tên çêkirin.
Li vir ew tayên ku gûz lê hatine rêzkirin dixin malêza ku bi ava tiriyan hatiye çêkirin û paşê zîha dikin ku bibe meşlûr.
Ramazan Admişê karê meşlûran dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku wan li Taxa Yalimê li herêma Zinarê navendeke çêkirina meşlûran ava kiriye û wiha axivî: "Ji ber ku şêrîn e, di eydê da bêtir tê xwarin. Ji ber ku meşlûr tahma eydê ya bêhempa ya sedsalan e, me dest bi karê xwe kir û em bi awayekî zêde dixebitin. Em di mehên din da 200-300 kîlo çêdikin, lê di eydan da em 4-5 qat zêdetir çêdikin. Her ku daxwaz zêde dibe, hevalên me jî bêtir dixebitin. Dîyarbekir di serî da em bi kargoyê dişînin hemû bajaran. Mişteriyên me jî ji me ra peyamên xweş dişînin."
Ji xebatkaran Tugba Ozera 20 salî jî got ji ber Eyda Qurbanê ew zêdetir dixebitin û kêfxweş in ku vî karî dikin.
Meral Admişa ku li malê bi dayika xwe û qîza xwe va rojê 50 kîlo gûz, lê di eydan da jî qasî 250-300 kîlo gûz bi ta ra dike jî got ew debara xwe bi vî karî dikin.
Ayhan Abrekê li çarşiyê xwarinên herêmî difroşe jî anî ziman ku li gor şekir û çîkolatayê ji ber ku organîke meşlûr zêdetir tê firotin.