Li Mêrdînê jin û mêrek û qîza wan a 5 salî li malê bi kuştî hatin dîtin
Mardin
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê jin û mêrek û qîza wan a 5 salî li malê, bi awayekî ku bi çekê hatine kuştin, hatin dîtin.
Li gorî agahiyan, cînarên malbata ku di apartmaneke li Taxa Turgut Ozal da dijî ji ber ku tu xeber ji wan hilnedan, duh êvarê bi mixtarê taxê ra deriyê malê vekirin û ketin hundir.
Mixtar û cînaran dît ku gule berdane serê Mehmet K. (37), jina wî Berna K. (33) û qîza wan a 5 salî Samyelî K. û ew wisa hatine kuştin.
Li ser cawdayînê polês, ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê bûyerê.
Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku ew mirine.
Ji bo ku li ser otopsî bê kirin, cinazeyên wan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da Midûriyeta Ewlehiya Bajêr ji bo ku li ser bûyerê lêkolînê bike, ekîbeke taybet ava kir.
Polês dîmenên kamerayên ewlehiyê yên di hundirê avahiyê da û yên li derûdorê dinihêrin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
