Li Mêrdînê gurçika nexweşekî ya 6 kîloyî bi emeliyatê hat derxistin

Mardin
Li Mêrdînê gurçika mêrikekî ya ku ji ber nexweşiya gurçikê ya polîkîstîk gihîşt 36 santîmêtro û 6 kîloyan, bi emeliyatê hat derxistin.
Cemal Aşarê (50) gurçikeke wî demek berê hat derxistin ji ber êşa gurçika xwe ya din a ku mezin bû û nedihîşt ku ew bi rehetî bêhna xwe bistîne, serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê da.
Aşar di hefteyê da 3 rojan diket makîneya diyalîzê, lê dîsa jî gurçika wî mezin bû û gihîşt 36 santîmêtro û 6 kîloyan.
Doxtorê Urolojiyê Doç. Dr. Suleyman Sagir û ekîba wî Aşar emeliyat kir û gurçika wî derxist.
Doç. Dr. Sagir ji rojnamevanan ra daxuyand Aşar vedireşiya, nikaribû baş bimeşe û bêhna xwe bi rehetî hilde û ji ber vê hat nexweşxaneyê.
Sagir wiha axivî: "Gurçika însanekî normal qasî 12 santêm dirêj û 120-150 graman giran e, lê ya nexweşê me gihîştibû 36 santêm û 6 kîloyan. Me vê gurçika mezin derxist. Cara ewil e ku me yeke evqas mezin derxist."
Aşar jî got dema ew 35 salî bûye nexweşiya wî hatiye tesbîtkirin.
Aşar anî ziman ji ber vê nexweşiyê 3 birayên wî mirine û wiha axivî: "Dema min gurçikeke evqas mezin dît ez metel mam. Şikir ji Xwedê ra ez niha wek çivîkekî sivik im."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.