Jiyan

Li Mêrdînê di qezayên trafîqê da kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Beşir Şavur, Halil İbrahim Sincar  | 25.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Li Mêrdînê di qezayên trafîqê da kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Mardin

Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di qezayên trafîqê da kesek mir, 2 kes birîndar bûn.

Li taxa gundewarê Eymirliyê TIRa plaqe 31 Y 3337 a Îrfan A. diajot, welgeriya.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê, cendirmeyê û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.

Hat tesbîtkirin ku di qezayê da ajokarê TIRê li cihê qezayê miriye.

Cinazeyê Îrfan A. ji bo otopsiyê bo morga Nexweşdaneya Dewletê ya Qiziltepeyê hat birin.

Di vê navberê da otomobîla ajokar û plaqeya wê hê nehatiye tesbîtkirin li Serkan Y. (16) û Ozgur T. (22) xist ku qeza dîtin û xwestin derbasî aliyê din ê rê bibin.

Herdu kesên navborî yên di qezayê da birîndar bûn, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê hatin veguhestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın