Li Mêrdînê di malekê da şewat derket û kesek mir
Mardin
Li Omerliya navçeya Mêrdînê di malekê da şewat derket û kesek mir.
Li Taxa Çalişanê di malekê da ji ber sedemeke hê diyar nîne, şewat derket.
Li ser îxbarê, ekîbên tenduristî û îtfaiyeyê ber bi deverê hatin sewqkirin.
Bi midaxeleya ekîban şewat hat temirandin. Di lêkolîna malê da termê Atiye Fidana 80 salî hat dîtin.
Termê Fidanê ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Sedema derketina şewatê tê vekolîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
