Li Kutahyayê otomobîl li TIRê qelibî û 4 kes mirin
Kütahya
Li Kutahyayê otomobîlê ji para va li TIRê xist û di encamê da û 2 jê jin 4 kes mirin.
Otomobîla plaqe 43 AB 560 ya Veli Yucel (36) diajot, li Xaçerêya Bolucekê ya li ser rêya derdorê ya Kutahya-Tavşanliyê ji para va li TIRa plaqe 43 ACV 217 a M.Y. diajot û kusbe barkirî, xist.
Şahidên qezayê agahî dan û her wiha ekîbên îtfaiye û polêsan hatin sewqkirin.
Ekîban tesbît kir ku tevî ajokar, Baldrael Alaoiu (20) ya ji Fasê û yek jê jin 2 kesên din ên nasnameya wan hê nehatiye tesbîtkirin yên di otomobîlê da mirine.
Termên 4 kesan ên di otomobîlê da asê man ji hêla ekîbên îtfaiyeyê va hatin derxistin û piştî lêkolîna ekîba cihê bûyerê, bo morga Nexweşxaneya Bajêr a Kutahyayê hatin veguhestin.
Li ser wê îhtimalê tê rawestîn ku qeza ji ber mij û beza zêde çêbûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
