Jiyan

Li Kocaeliyê di şewata ku li enbara parfuman da derket 6 kesan canê xwe ji dest da

Ekrem Sıtkı Meral, Şahin Oktay, Kadir Yıldız  | 08.11.2025 - Rojanekırın : 09.11.2025
Li Kocaeliyê di şewata ku li enbara parfuman da derket 6 kesan canê xwe ji dest da

Kocaeli

Li Dîlovasiya navçeya Kocaeliyê di şewata ku li enbara parfuman da derket 6 kesan canê xwe ji dest da.

Li enbareke îmalatgeha parfuman a li taxa Mîmar Sînan ji ber sedemeke hê ne diyar e, şewat derket.

Li ser îxbarê ekîbên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê û midaxeleyî êgir kirin.

Xebatên ekîban berdewam in.

Walî Îlhamî Aktaş ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku şewata li Dîlovasiyê hatiye vemirandin û di şewatê da 6 kesan canê xwe ji dest daye.

Aktaş got rehma Xwedê li qurbaniyan be û serê xizm û malbatên wan sax be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın