Li Kilîsê çêkirina beniyê gûzan destpê kir

Kilis
Li Kilîsê çêkirina beniyên gûzan ku yek ji tamên herî xweş ên zivistanê ne, destpê kir.
Rezvanan piştî çinîna rez, bi rêbazên kevneşopî beniyên gûzan çêdikin.
Piştî hişkkirina gûzên ku li herêmê çêdibin, hilberîner gûzan dar vedikin û wan di nava pelûla ku ji dims û nîşesteyê tê çikirin, dadikin.
Pişt ra benî li ber tavê tên raxistin, dema ziwa bûn, di cihekî hênik da ji bo zivistanê tên hilandin.
Hilberîner herwiha beniyên ku çêdikin, li gorî daxwazê dişînin firotinê.
Hilberîner Ugur Ozmaya ji nûçegihanê AAyê re got ku beniyên gûzan tenê di demsala miştaxê da tên hilberandin.
Ozmaya diyar kir ku beniyên gûzan bi tevahî ji ava tirî ya siruştî tên çêkirin û wiha pê da çû:
"Di dema hilberînê de, tirîyên xwecihî yên Kilîsê ji rezan tên berhevkirin û şuştin. Tirî bi axa spî ya bi navê "hevra" (cureyek axê) tên tevlihevkirin da ku ji qirşik û gwêşiyê xwe bê parzinandin. Paşê bi makîneyên cûrbecûr esarê tên esirandin. Paşê di qazanên mezin da li ser agirê daran tê kelandin û nîşastayê dixine nav û dikin pelûl. Pişt ra gûzên ku di nava pelûlê tên dakirin, li ber tavê tên ziwakirin. Dema ziwa bûn vêca ji bo zivistanê tên hilandin."
Ozmaya diyar kir ku daxwaz zêde ye û ew beniyên gûzan dişînin bajarên cuda yên Tirkiyeyê jî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.