Jiyan

Li Kapadokyayê ji çîçekên "sakura"yê xengel, rîçal, şerbet û çay çêdikin

Behçet Alkan  | 05.05.2023 - Rojanekırın : 09.05.2023
Li Kapadokyayê ji çîçekên "sakura"yê xengel, rîçal, şerbet û çay çêdikin

Nevsehir

 Çîçekên sakûrayê yên ku di çand û kevneşopiya Japonyayê da bi qedr û qiymet in li Kapadokyayê jê xwarin û vexwarin tê çêkirin.

Li gundê Mustafapaşayê ser Urgupa navçeya Nevşehirê 2 sal berê li baxçeyê otêlekê 156 darên sakûrayê hatin çikandin.

Çîçekên pembe yên darên sakûrayê ku mizgîniya biharê ne li herêmê him bala turîstan dikişînin û him jî rê û der û dorê dixemilînin. Çîçekên darên sakûrayê ji alî xebatkarên otêlê va tên berhevkirin û jê rîçal, şerbet û çay tê çêkirin.

Ji midûrên otêlê Huseyîn Boluk daxuyanî da û got: "Em dixwazin turîzm bidome. Min gelek lêkolîn kir û li Japonyayê ji çîçekên sakûrayê tiştekî çênakin. Ji ber ku vîtaîmîna Eyê di çîçekan da heye em jî jê şerbet, rîçal, xengel û çayê çêdikin."

Boluk destnîşan kir ku çîçekên dara sakurayê wek çanda Japonyayê tê zanîn û turîstên xwecî û biyanî dema li Kapadokyayê rastî sakûrayê tên ecebmayî dimînin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın