Li Kanîreşa Bîngolê rêya mezreya ji berfê girtî bû hat vekirin
Bingöl
Li Kanîreşa (Karliova) navçeya Bîngolê rêya mezreya ji berfê girtî bû hat vekirin.
Li Kanîreşê tîmên Îdareya Taybet ya Bîngolê ji bo paqijkirina rêyên ku ji ber berfê girtî ne bênavber dixebitin.
Piştî vekirina rêyên gundan, niha tîm ji bo vekirina rêyên mezreyan dixebitin ku hîn girtî ne.
Li Burmataşa mezreya gundê Hasanovayê ku li hin deveran qalindiya berfê gihîştiye 3 metreyan, rêya girtî hat vekirin.
