Li hin navçeyên Elezîzê dibistan ji ber berfê ji bo rojekê hatin tetîlkirin
Elazig
Li hin navçeyên Elezîzê ji ber berfê perwerde ji bo rojekê hat rawestandin.
Walîtiya Elezîzê daxuyand li gorî daneyên ku ji Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê hatin wergirtin, li navçeyan berfa zêde û qeşa tê payîn û ev jî dibe ku di hatin çûyînê da bibe sedema astengiyê.
Hat gotin ji ber vê, bi walîtîyên eleqedar ra li ser mijarê nirxandin hatin kirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo ku welatî û xwendekarên me mexdûr nebin, 12ê Çileya Paşîn roja duşemê li navçeyên Maden, Arıcak, Alacakaya, Palu û Kovancilarê perwerde ji bo rojekê hat rawestandin. Her wiha li navçeyên Karakoçan, Baskîl, Keban û Sîvrîceyê jî dibistanên ku xwendekarên wan ji cihên dûr bi wesayîtan diçin û tên perwerde ji bo rojekê hat rawestandin. Li navçeya me ya Agînê perwerde û hîndekarî wê dewam bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
