Jiyan

Li hin gundên Mûşê berfê xaniyên yekqatî û tewle pêçan

İbrahim Yaldız  | 25.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Li hin gundên Mûşê berfê xaniyên yekqatî û tewle pêçan Li hin gundên Mûşê berfê xaniyên yekqatî û tewle pêçan

Muş

Li hin gundên Mûşê yên li deverên bilind berfê xaniyên yekqatî û tewle pêçan.

Li bajêr hefteya çûyî berf ket û bager rabû. Berf û bagerê li deverên bilind tengasî da kişandin.

Li gundê Yongaliya Jorê ku 50 kîlomêtre dûrî navendê ye û raqima wê 1800 e, ji mêtreyekî jortir berf lê ket.

Li gund berfê xaniyên yekqatî û tewle pêçan û welatiyan berfa derdorê xaniyan paqij kirin.

Ji şêniyên gund Eyup Omur ji rojnamegeran ra got ku ji hefteyekê zêdetir e li gund berf dibare.

Omur daxuyand ku hewa pir sar e û wiha dewam kir, "Li deşta Mûşê heywanan berdidin çêre, lê li vê derê berf ji mêtreyekê zêdetir ketiye û em alif didin heywanên xwe. Ji ber ku zivistan dirêj bû jî bihayê êm zêde bû. Berfê xaniyên me yên yekqatî pêça."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın