Li Heskîfa Batmanê bi piştgiriya dibistanan ji bo Xezeyê kermes hat lidarxistin
Batman
Li Heskîfa navçeya Batmanê bi piştgiriya hemû dibistanan ji bo Xezeyê kermes hat lidarxistin.
Di kermesa ku ji hêla Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê va ji dibistanên seretayî bigire heta lîseyan li hemû dibistanên li navçeyê bi piştgiriya xwendekar û malbatan li meydana navçeyê hat lidarxistin da xwarin û paste hatin firotin.
Mehmet Alî Îmrakê Qaymeqamê Heskîfê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di çarçoveya Projeya Ji bi Hawirdora Xwe Hestyar im, Xwedî li Nirxên Xwe Derdikevim (ÇEDES) da li Heskîfê ji bo gelê Xezeyê kermes hat lidarxistin.
Îmrak got ku "Em ji Heskîfa dûrra Mezopotamyayê ji Filistîna dûrra Rojhilata Navîn ra silavê dişînin." û diyar kir ku bi piştgiriya hemû dibistanên li navçeyê kermes hat lidarxistin û eleqeya bo kermesê zêde bû.
Îmrak got ku "Em hem li tahma berhemên vir dinêrin hem k, piştgiriê didin birayên xwe yên li Filistînê."
Îmrak behs kir ku hesasiyeta ji bo Xezeyiyan li navçeyê bi beşdariyeke gelekî zêde û coşeke mezin hat nîşandan û got ku gelê Heskîfû tu carî ji bo Xezeyê bêhîs û sersar nema, dê nemîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
