Jiyan

Li herêma erdhejê hejmara avahiyên peşka wan hat avêtin derket 76 hezarî

İzzet Mazı, Sinan Doruk  | 19.03.2024 - Rojanekırın : 20.03.2024
Li herêma erdhejê hejmara avahiyên peşka wan hat avêtin derket 76 hezarî

Kahramanmaraş

 Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya diyar kir ku di 6ê Sibata 2024an da li herêma erdhejê 46 hezar avahî bo kesên xwedan heq hatin teslîmkirin û bi peşkên îro hatin avêtin, hejmar derket 76 hezarî.

Wezîr Yerlikaya di Merasima Peşkê û Radestkirina Mifteyan a Avahiyên Erdhejê da ya li qada Akyar TOKÎyê hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku ji bo pêçana birînên erdhejê û têkûzbûna bajaran, dewlet bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi hemû dem û dezgehên xwe va li herêmê ye.

Yerlikaya bal kişand ku ji kêliya ewil a erdhejê û pê va dewletê hemû derfetên xwe seferber kirin û wiha dewam kir:

"Di salvegera 6ê Sibatê da me peşka 46 hezar avahiyî, di 19ê Adarê da jî ya 30 hezarî bi tevahî me peşka 76 hezar xaniyî avêt. Hê di sala yekem da me 46 hezar xanî û bîstek şûnda jî em ê 30 hezar xaniyî bigihînin xwediyên wan. Di 13 mehan da 76 hezar xanî. Binêrin dîsa bi îfadeya Serokomarê me, 'Bi îzna Xwedê em ê heya dawiya vê salê bigihîjin 200 hezar xanî û malan.' Hedefa me ew e ku em peşka van biavêjin û mifteya wan radest bikin."

Piştî axaftinê, Serokomar Erdogan online beşdariya merasimê kir û her wiha di merasimê da peşk hatin avêtin û mifte hatin radestkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.