Jiyan

Li herêma Şenyaylaya Mûşê ku aramî lê bûye serwer 100 xanî tijî bûn

Sabri Yıldırım  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Li herêma Şenyaylaya Mûşê ku aramî lê bûye serwer 100 xanî tijî bûn

Muş

 Li herêma Şenyaylaya Mûşê piştî ku aramî lê bû serwer, bi xwe va hat û di nava 4 salan da 100 malbat vegeriyan.

Herêma Şenyaylayê ya ku beriya niha bi 4 salan ji Qulpa navçeya Diyarbekirê bi gundê Yamaça Mûşê va hat girêdan, piştî ku aramî lê bû serwer êdî vegerên gund zêde dibin û ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê jî xebatên xwe yên vekirin û çêkirina rê xurttir dikin.

Li herêma ku heta niha 100 malbat lê vegeriya û xaniyên ava kirin, xebatên çandinî û ajeldariyê jî êdî zêde dibe.

Xelkê wê herêmê ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê gundên xwe bi cih hiştibûn û çûbûn, bi vegera axa xwe ra êdî pez bi xwedî dikin û karûbarê çandiniya mêwe û sebzeyê dikin.

Îdareya Taybet a Parêzgehê jî rêya 13 gundikên li wê herêmê çêkir û xebatên xwe yên bineziyê didomîne.

Ekîban li hinek xalan hinek ji rê bi makîneyên kar çêkirin û li hinek deveran jî rêyên nû vekirin.

- "Me sala raborî bi qasî 10 kîlometrêyan rê vekir"

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku bi xebatên ku em diajon, em hewl didin ev dever ji nîştecihiyê ra vebe.

Yentur destnîşan kir ku li ser daxwaza welatiyan xebatên xwe qonax bi qonax didomînin û got, "Me rêya 13 gundikên ku bi biryara Serokomar bi Mûşê va hatin girêdan, vekir. Bi qasî 100 malbatî li wê herêmê vegeriya."

- "Ez ji bo vegerim gund xaniyekî ava dikim"

Suphî Adiyamanliyê ji gelê herêmê destnîşan kir ku wan berê bi hêstir û keran xwe digihand gundikê Batinekê û got, "Piştî ku gundikê me bi Mûşê va hat girêdan, êdî xebatên binesaziyê ji me ra hatin. Niha ji bo em vegerin gund ez xaniyekî ava dikim. Êdî ezê dest bi ajeldariyê bikim. Ji ber ku berê rê tunebûn û hatûçûn xirab bû, dest û piyên me girêdayî bûn, lê niha em bi wesayitan diçin û tên."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın