Jiyan

Li Hekariyê yên ku di rêya gund da mehsûr man hatin xilaskirin

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê welatiyên ku di rê da mehsûr man hatin xilaskirin.

Önder Beyter  | 19.01.2020 - Rojanekırın : 20.01.2020
Li Hekariyê yên ku di rêya gund da mehsûr man hatin xilaskirin

Hakkari

Ji ber berf û bagerê rêya gundê Dedelerê ku 13 kîlometre dûrî navçeyê ye, hat girtin.

Li ser îxbara welatiyên ku bi wesayîtên xwe di rê da mehsûr man, ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê sewqî deverê kirin.

Ekîban di encama xebata 2 saetan da rê vekir û bi vî awayî 6 kesên di 3 wesayîtên di rê da mayî, hatin xilaskirin.

Welatî Zuleyha Arslan di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew ji bo pansûmanê çûbûn nexweşxaneyê, lêbelê ji ber berf û bagerê ew di rê da man û wiha dewam kir, "Xwîşka min a 11 salî ava çay a li ser sobeyê bi ser xwe da rêt û herdu piyên wê şewitîn. Ji bo dermankirinê ev 3 roj e em xwîşka min dibin navendê û tînin. Em serê sibehê derketin rê, lêbelê ji ber berfê em di rê da man. Digel me çend wesayîtên din jî asê man. Li ser îxbarê ekîb hatin û rê vekir. Wesayîtên mehsûrmayî derketin û em ê jî dewam bikin û biçin nexweşxaneyê. Em gelekî sipasiya ekîban dikin."

Welatî Salih Katik jî diyar kir ku wesayîta wan di berfê da ma û ekîbên şaredariyê ew xilas kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın