Li Hekariyê vekirina kewarên hingiv didome

Hakkari
Li Hekariyê li herêmên raqimbilind û flora dewlemend, vekirina kewarên hingiv berdewam e.
Li bajarê ku bi xêra dewlemendiya giha û nebatan mozvanî di asteke berbelav da ye, mozvan êdî devê kewaran vedikin û hingivê salê derdixin.
Cotkarên ku li gundê Bayê mozvaniyê dikin, bi maskeyên xwe yên taybet û dûyê nepaxê va ji kewarê petekan derdixin.
Ayhan Beyterê ku li gund 27 sal e mozvaniyê dike, diyar kir ku ew ji serê biharê û vir va miqateyî kewaran in û niha jî ew hingivê salê derdixin.
Beyter bal kişand ku Hekarî bi rastî jî bajarê mozvaniyê ye û lewma divê projeyên ji bo piştgiriya mozvanan zêdetir bibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.