Jiyan

Li Hekariyê taxa ku di binê berfê da maye mesaiya rêncberan di meha remezanê da jî dewam dike

Sayim Harmancı  | 26.03.2024 - Rojanekırın : 28.03.2024
Li Hekariyê taxa ku di binê berfê da maye mesaiya rêncberan di meha remezanê da jî dewam dike

Hakkari

 Li Hekariyê di biharê da jî berf ket û welatiyên ku li Taxa Nû ya ser beldeya Durankayayê dijîn, piraniya roja xwe bi xwedîkirina heywanên xwe ra derbas dikin, berfa derdora xanî û gomên xwe davêjin û li benda fitarê disekinin.

Li taxa ku 20 kîlomêtre dûrî bajêr e, piştî ketina berfa ku di nava çend rojên dawîn da barî, qalindahiya berfê cî bi cî heta 2 mêtreyan dertê.

Carinan ji ber şepeya ku radibe û berfa ku zêde dikeve, rêya taxê tê girtin û şêniyên gund ji rêya alternatîf ra diçin û tên. Heta ku zivistan xelas dibe, şêniyên taxê têra xwe tengasiyê dikişînin, heta di biharê da jî ji berfê xelas nabin.

Şêniyên taxê piraniya roja xwe bi heywanên xwe yên ku deriyê debara wan e ra derbas dikin û wekî din jî berfa derdora xanî û gomên xwe paqij dikin.

Welatî berxikên virnî jî baş xwedî dikin, dirûngeya makên wan li ser berfê datînin.

Ji şêniyên taxê Gokhan Uzum ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew li benda biharê bûn, lê berf ket û zivistan vegeriya.

Uzum diyar kir ku li hin deverên taxê nêzî 2 mêtreyan berf heye û wiha dewam kir, "Em şeveqa sibê hişyar dibin. Em ji bo pezê xwe dirûngeyê datînin. Ji ber ku em gîha carinan ser mişambeyan, xizekan û carinan jî didin pişta xwe tînin, em zehmetiyê dikişînin. Em di meha remezanê da zêdetir diwestin. Taxa me bilind e. Ji ber wê li herêmê ji cihên ku herî zêde berf lê dikeve yek jî taxa me ye."

Nazmî Gul jî got ku ew ji bo berxikên virnî alifê taybet amade dikin.

Harun Çelîk jî got ku ew biharê jî di nava berfê da ne û li taxê berfê davêjin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.