Li Hekariyê pîkap welgeriya şarampolê û 2 kes tê da mirin, kesek birîndar bû

Hakkari
Li Hekariyê pîkap welgeriya şarampolê û 2 kes tê da mirin, kesek birîndar bû.
Di rêya gundê Otlucayê da ku 7 kîlomêtre dûrî bajêr e, pîkapa ku Yilmaz Ertunç diajot û plaqeya wê 30 AD 128 e, welgeriya şarampolê.
Li ser êxbarê ambulans, AFAD, UMKE, îtfaiye û cendirme sewqî herêmê kirin.
Ajokar bi Sefer û Zumrut Ertunçê va di wesayîtê da asê bûn û ji wesayîtê hatin derxistin û bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Ji birîndaran Sefer û Zumrut Ertunç digel hemû midaxeleyan xelas nebûn, şofêrê ku rewşa wî giran e jî hildan serwîsa nexweşên giran.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.