Li Hekariyê navenda kaşûnê ji bo sezona nû amade dibe
Hakkari
Li Hekariyê Navenda Kaşûnê ya Margabutan ku yek ji giringtirîn navendên geştiyariya zivistanê ya heremê ye, ji bo sezona nû amade dibe.
Li Hekariya ku yek ji wan cihan e ku sezona kaşûnê lê herî zû vedibe û herî dereng tê girtin, piştî berfa dawî ya li navenda kaşûnê ya ku raqima wê 2 hezar û 800 metre ye ji bo sezona nû amadekarî didome.
Ev tesîsa ku bi qasî 12 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e, bi saya qadên xwe yên guncaw ji bo kaşûnvanên amator û profesyonel, parkurên siruştî, qayişên meşê yên hundirîn, teleskî û pergalên telesyejê, pêşwaziyê li hezkiriyên kaşûnê dike.
Li navenda ku bi saya pergala ronîkirinê ya ku di qonaxa yekem a sala borî da hatiye sazkirin, kaşûnvaniya şevê jî tê kirin.
Xebatên lênêrîn, temîr û nûjenkirinê yên ku bi hemahengiya Rêveberiya Werziş û Ciwanan a Parêzgehê beriya sezona nû hatine kirin, bi piranî qediyane.
Li navendê piştî berfa dawî qalindahiya berfê gihîştiye 50 santîmetroyan.
Bi tedbîrên pêwîst ên ku ji hêla tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan ên li herêmê hatine bicihkirin va hatine girtin, piştî barana ku tê payîn di rojên pêş da bibare, tê plankirin ku demsal li navendê vebe.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên cendirmeyan ên li herêmê bi cih bûne jî li navendê tedbîrên pêwîst digirin. Piştî berfa ku tê çaverêkirin di rojên pêş da bibare, tê payîn ku sezon vebe.
Rêveberê Werziş û Ciwanan a Parêzgehê Emîn Yildirim ji nûçegihanê AAyê ra got ku xebatên lênêrîn û temîrkirinê yên li ser pergalên mekanîkî yên li navendê bi piranî qediyane.
Yildirim diyar kir ku li herêma ku navend lê ye di rojên dawî da berfeke baş hatiye, lê qalindiya berfê hê jî ne di asta ku ew dixwazin da ye û got, "Li hin deveran kevir û lat hene. Ev yek dibe ji bo tenduristiya werzişvan û welatiyên me xetereyê çêbike. Piştî barîna berfê ya di rojên pêşiya me da, em ê bigihêjin asta berfê ya pêwîst. Ev ê bihêle ku em sezona nû li navenda xwe vekin. Li gorî raporên rewşa hewayê yên ku me wergirtine, tê payîn ku piştî 2 rojên din, berfeke hindik bibare. Ger berf di asta pêwîst da be, em ê navenda kaşûnê vekin. Wekî din, hefteya bê jî berf tê payîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
