Li Hekariyê li Çemê Zapê ya cemedgirtî masiyan digirin
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li Çemê Zapê ya ku ji ber hewaya sar rûyê wê qeşa girtiye welatiyan cemeda ser avê şikand û masî girtin.
Ji ber hewaya sar a li bajêr bi bandor e gelek gol, çem û rûbarên li bajêr cemed girtin.
Hin welatiyên ku digel hewaya sar dev ji masîgirtinê bernedan jî cemeda li ser rûyê Çemê Zapê çêbûye şikandin û ji qulên vekirine masî girtin.
Senar Karamanê masîgir ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji ber sir û seqemê rûyê çeman cemed girtiye.
Karaman diyar kir ku bi bivirê cemedê dişikînin û masiyan digirin û got ku "Em gelek caran têne vir. Pêşiyê cemeda li ser rûyê avê dişkînin, paşê torên xwe berdidin avê. Em masiyên ku digirin em bi xwe dixwin. Li vir wextê me xweş derbas dibe."
