Jiyan

Li Hekariyê jûjiya tîravêj a Hindê ya ku li siruştê kêm tê dîtin, tê tedawîkirin

Yılmaz Kazandioğlu  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Li Hekariyê jûjiya tîravêj a Hindê ya ku li siruştê kêm tê dîtin, tê tedawîkirin

Van

 Li Hekariyê jûjiya tîravêj a Hindê birîndar û bê taqet hat dîtin û li Navenda Parastin û Rehabîlîtekirina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê (YYU) tê tedawîkirin.

Jûjiya tîravêj a Hindê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bê taqet û birîndar hat dîtin û teslîmî ekîbên Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî kirin.

Ekîban piştî kontrola ewil jûjî anî Navenda Parastin û Rehabîlîtekirina Heywanên Kovî ya Wan YYUyê.

Midûrê Navendê Prof. Dr. Lokman Aslan û ekîba wî jûjî miane kir û tesbît kir ku di laşê wê da birîn hene.

Tedawiya jûjiyê dest pê kir û piştî ku qenc bû wê li qada jiyana siruştî were berdan.

Prof. Dr. Aslan ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi hemû pirsgirêkên heywanên kovî yên Hewzeya Gola Wanê ra elqedar dibin.

Aslan diyar kir, ji bo berdewamiya jiyana siruştî ew bi saziyên ku fealiyetê dikin ra di nava kordînasyonê da ne, ji bo ku hevsengiya ekolojîk xerab nebe ew dixebitin. Aslan wiha dewam kir, "Hewzeya Gola Wanê wekî erdnîgarî ji aliyê jiyana kovî û hevsengiya ekolojîk va cihekî dewlemend e, li herêmê cisn û cureyên heywanan zêde ye. Jûjiya tîravêj a Hindê li cihên wekî Herêma Çukurovayê, Hatay, Kahramanmaraş û Antalyayê hene. Kêm be jî li herêma me tê dîtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.