Jiyan

Li Hekariyê ji ber berfê sera rûxiyan

Mesut Kazak  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Li Hekariyê ji ber berfê sera rûxiyan Mesut Kazak

Hakkari

 Li Derecika navçeya Hekariyê ji ber berfa zêde, zirar gihişt 12 serayan.

Piştî berfa bê navber ku li navçeyê bariya, li hin deveran qalindiya berfê gihîşt mêtrokê.

Ji ber berfê 12 serayên ku ji bo çandina sebzeyan dihatin bikar anîn hilweşiyan û berheman zirar dît.

Ferdî Degirmenciyê ku ji ber berfê 3 serayên wî zirar dîtin, ji nûçegihanê AAyê ra got ku şert û mercên hewayê yên nebaş hefteyek e berdewam in.

Degirmencî diyar kir ku serayên ku nekarîn giraniya berfê tehemûl bikin hilweşiyan û berhemên ku tê de çandin di bin berfê de man.

Hilberîner Bunyamin Ustundag jî got, "Ez û malbata min di serayan de xas, roqa, pîvazên şîn û tiviran diçînin. Piştî berfa zêde, serayên me hilweşiyan û berhemên me nema dikarin werin bikaranîn. Em mexdûr bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın