Jiyan

Li Hekariyê bi vehelîna berfê ra Şelaleya Kircayê cardin herikî

Mesut Kazak  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Li Hekariyê bi vehelîna berfê ra Şelaleya Kircayê cardin herikî Mesut Kazak

Hakkari

 Li Derecîka navçeya Hekariyê bi vehelîna berfê ra Şelaleya Kircayê cardin dest pê kir û diherike.

Şelale dikeve nava sînorê Taxa Kircayê ya navçeyê û salê sê mehan diherike. Îsal bi vehelîna berfê û barîna baranê ra cardin bi xwe va hat.

Şelaleya ku ji çendîn mêtreyan ra diherike, bi dronê hat kişandin.

Welatiyên ku dîtin şelale cardin diherike, hatin herêmê û wêne kişandin.

Ji şêniyên navçeyê Zahît Erk diyar kir ku şelale ji zû va ye ku naherike û wiha dewam kir, "Dema min dît ku cardin diherike, ez pir kêfxweş bûm. Ez ji bo kişandina wêne û vîdeoya wê hatim vê derê. Li vê derê dîmeneke xweş heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.