Sayim Harmancı
31 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2024
Li Hekariyê saet 19.37an bi mezinahiya 4,4an erdhejek çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) navend Yuksekovaya navçeya Hekariyê bi mezinahiya 4,4an erdhejek hat tomarkirin.
Hat ragihandin ku erdhej bi qasî 7 kîlometroyan di binê erdê de çêbûye.
- "Ti bandorên neyînî nehatine ragihandin"
Walîtiya Hekariyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Derbarê erdheja bi mezinahiya 4,4an a ku li navçeya Geverê çêbû, heta nuha di serî de 112ya acil ti neyêniyek bi yekeyên peywendîdar nehatiye ragihandin. Di serî de yekîneyên sepandina qanûnê digel hemî yekeyên din, hem peywendî bi muxtaran re danîn û hem jî deverê dişopînin ka gelo bandorên neyînî hene yan na. Em hêviya derbasiyê li hemû welatiyên xwe dikin."
Walî û Wekîlşaredarê Hekariyê Alî Çelîk jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got, "Piştî erdheja bi miezinahiya 4,4an a ku li Yuksekovayê pêk hat, heta niha rewşek neyînî rû nedaye. Em pêşhatan dişopînin. Xwedê welat û gelê me ji hemî afatan biparêze."