Jiyan

Li Hekariyê ajokara wesayîta ku qulibî Zêyê Mezin jiyana xwe ji dest da

Sayim Harmancı  | 26.12.2025 - Rojanekırın : 26.12.2025
Li Hekariyê ajokara wesayîta ku qulibî Zêyê Mezin jiyana xwe ji dest da Sayim Harmancı

Hakkari

 Li Hekariyê wesayîtek qulibî Zêyê Mezin û ajokara wê bi giranî birîndar bû. Tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê ajokarê jiyana xwe ji dest da.

Li cihê Seyîr Tepe yê nêzîkî ketina nav bajêr, wesayîtek bi plakaya nediyar a ku Sude Ezgî Degîrmencî diajot, bi qasî 250 metreyan ji zinarekî ket nava Zêyê Mezin.

Li ser îxbarê Rêveberiya Parêzgehê ya Rewşa Acil û Afatê ya Parêzgehê (AFAD), Ekîba Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE), Lêgerîn û Rizgarkirina Cendermeyan, Ekîba Tenduristiyê ya Bilez a 112ê, ekîba agirkujiyê û ekîbên polîsan sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Ekîban xwe gihand wesayitê û ajovan a jina birîndar jê derxistin û bi belemê derxistin keviya avê.

Ekîban Degirmencî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.

Waliyê Hekariyê û Wekîlşaredar Alî Çelik, Fermandarê Cendermeyan ê Parêzgehê Tuggeneral Cafer Oz û Serokê Polîsê Parêzgehê Attila Ayata ku gihîştin cihê bûyerê, ji rayedaran agahî wergirtin.

Wesayît bi alîkariya vîncê ji avê hate derxistin.

Tevî hemî midaxeleyên bijîşkan, ajokar Değirmenci nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın