Jiyan

Li Hekariyê ekîbên şaredariyê xeta avê temîr kirin

Hikmet Temeş  | 15.01.2022 - Rojanekırın : 18.01.2022
Li Hekariyê ekîbên şaredariyê xeta avê temîr kirin

Hakkari

 Ekîbên Şaredariya Hekariyê xeta avê ya li 2 hezar û 400 mêtrûyî ji ber aşîtê xirab bibû temîr kirin.

Li Çemê Şêx Mûsa ê li nêzî gundê Otlucayê aşît ket û 2 roja ava gelek taxan hat birîn.

Ligel sir û sermayê ekîban di binê barîna berfê da arizeya xeta avê tesbît kir.

Bi makîneyên kar va xeta xirabûyî hat dîtin û ekîban dest bi xebatan kir.

Ji ber berf û bagerê ekîbên şaredariyê gelekî zehmetî kişandin, piştî xebata 12 saetan li ber xwe da temîrat temam kirin û ava taxa dîsa berdan.

Ayhan Tunçê Midûrê Av û Kanalîzasyonê yê Şaredariya Hekariyê got ku ji ber aşîtê xeta avê xirab bû û ekîban bi kedeke mezin xet temîr kir û av berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın