Li Hekariyê xebatên lêgerîna ciwanê ket avê û wenda bû, di roja 12em da didomin

Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Nêçîr Komê 16 salî didomin ku di 10ê Gulanê da ketibû Ava Avaşînê û wenda bûbû.
Tîma lêgerîn xilaskirinê ya 18 kesî ya Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyê ya ji Enqereyê hat, tîmên Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê ya Cendirmeyê, polêsên xozneber, ekîbên tenduristiyê û ekîbên îtfaiyeya Şaredariya Yuksekovayê di xebatan da beşdar in ku 12 roj e bi kordînasyona AFADê tên meşandin.
Ekîb bi rêbazên cuda û her wiha bi alîkariya helîkopterê va xebatên xwe yên ji bo dîtina Kom didomînin.
Xebat li cihê ku Kom ket avê dan destpêkirin û li devera ku bi qasî 3 kîlometreyî dûrî sînorê Iraqê ye, didomin.
Malbata xortê wenda jî li cihê xebat tên domandin, li benda xeberekî ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.