Li Hekariyê karê mêşvanî û hingivê dest pê kir
Li Hekariya ku kulîlk û nebatên curbicur lê hene, mêşvan ji bo ku hingivê organîk bi dest bixin diçin zozan û çiyayan.

Hakkari
Li Hekariya ku kulîlk û nebatên curbicur lê hene, mêşvan ji bo ku hingivê organîk bi dest bixin diçin zozan û çiyayan.
Piştî zivîstan qediya û bihar hat mêşvanên li Hekariyê jî dest amadehiyan kirin û kewarên mêşan dibin zozan û cihên bilind.
Welatiyên wextê xwe li zozan û cihên çiyayî yên bilind derbas dikin ji bo hingivê organîk bi dest bixin niha bendê ne ku hingivê îsal zêdetir be.
- "Herêm xwedî dar û nebatên cuda ye ku ev jî bala wan dikşîne.
Serokê Yekîtiya Mêşvanan a Hekariyê Fazil Durmuş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku piştgiriya mêşvaniyê tê kirin li herêmê her ku diçe ev kar zêde dibe.
Durmuş got bi hatina biharê ra mêşvan kewaran dibin cihên bilind û germ û wiha axivî: "Li navenda bajêr û navçeyan welatiyên karê mêşvaniyê dikin hene. Bi taybetî navçeyên Şemdînlî û Çukurcayê mazuvaniya mêşvanan dikin. Herêm xwedî dar û nebatên cuda ne ku ev jî bala wan dikişîne. Karê mêşvanan a îsal dest pê kir. Hingiv, şima, propolîs û polenên ew hilberîna wan dikin ji bo aboriya herêmê baş e."
- "Em hingivê xwe ji vir digirin, hingivê me organîk e"
Mêşvan Vahîd Akdogan ji got piştî hewa germ bû wan jî dest bi kar kir û wiha dewam kir: "Em niha mêşan dinihêrin û bendê ne ku ew hinekî xurt û zêde bibin. Oxildayîna wan li vir çêdibe. Hewa vê derê li gor bajêr germtir e. Li vir hezar cure kulîlk hene. Em hingivê xwe ji vir digirin. Hingivê me organîk e."
Mêşvan Mîralî Seyîtoglu jî got ji ber ku bajêr ji hêla dar û kulîlkan va dewlemend e ew li vir vî karî dikin û wiha axivî: "Înşallah îsal em bendê ne ku hilberîneke baş bikin. Em li vir hingivekî baş hildidin. Li vê herêma ku em niha lê ne nêzîkî 50 mêşvan hene."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.