Li Hekariyê ajaldar ji bo heywanên xwe li hemberî berf û sermayê ra têdikoşin
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ya ku zivistana wê dijwar derbas dibe, ajaldar ji bo heywanên xwe bi berf û sermayê ra têdikoşin.
Heywandarên ku li gundan dimînin, zivistanê bi zehmetiyeke pir mezin pezê xwe xwedî dikin ku deriyê debara wan e.
Ajaldarên li mezraya Koycukê ya gundê Degerliya li ser sînorê Îranê, sibehê zû radibin û ji ser lodê gîhê bar dikin xizekan û dibin ser dirûngeyê.
Heywandar bi lingan berfa li dirûngehê dikutin û her wiha gîhê datînin ser berfê û heywanan berdidin ser. Heywandar bi vî awayî rojê du danan pezê xwe alif dikin.
Ajaldar Necdet Kirmizitaşê şêniyê mezrayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku bi salan e debara xwe bi xwedîkirina pez dike.
Kirmizitaş bal kişand ku ew beşeke mezin a roja xwe ji bo alifkirin û miqatebûna heywanan terxan dike û wiha dewam kir:
"Derdora 300 serî pezê me heye. Em gîhayê ku me havînê dirûtiye û lod kiriye, bi xizekan tînin ser dirûngehê û didin pez. Li tevahiya gund derdora 3 hezar serî pez heye. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Zivistana me bi temamî wiha derbas dibe. Berf û serma karê me zehmet dike lêbelê em neçar in. Heta biharê em heywanan wiha alif dikin. Havînê jî em diçin zozanan."
Ajaldar Erdem Saritaş jî wiha axivî, "Di şert û mercên giran da em hewl didin heywandariyê bidomînin. Em ji sibehê heta êvarê li ber pez in. Helbet serma ji bo me hinekî dibe sedema zehmetiyê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
