Jiyan

Li Hatayê ajokarê otobêsê 103 hezar lireyê di wesayîta wî da hat jibîrkirin teslîmî xwedî kir

Ali Kemal Zerenli  | 11.10.2025 - Rojanekırın : 12.10.2025
Li Hatayê ajokarê otobêsê 103 hezar lireyê di wesayîta wî da hat jibîrkirin teslîmî xwedî kir Ali Kemal Zerenli

Hatay

 Li Îskenderuna navçeya Hatayê ajokarê otobêsa gel poşeta ku di wesayîtê da hat jibîrkirin û tê da 103 hezar lirer hebû teslîmê xwediyê wê kir.

Umît Tosunê ajokarê otobêsa gel a bi plakaya 31 AVN 188 a Şaredariya Bajarê Mezin di kontrolên xwe yên li rawestgeha dawîn da poşeta li ser qoltixê dît.

Tosunê dît ku di nav poşetê da gelek pere hene xeber da birêvebirên xwe.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê tesbît kir ku poşeta tê da 103 hezar lire heye ya Mehmet K.yê ji rêwiyan e.

Mehmet Kyê ku pê ra têkilî hat dayîn hat rawstgehê û pereyê xwe hilda.

Ajokarê otobêsê Umît Tosun daxuyaniyek da rojnamevanan û got ji ber ku pere teslîmê xwedî kiriye wijdana wî rehet e.

Tosun diyar kir ku peywira însanî bi cî anî û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê re min heta îro heramî nexwariye. 3 ewladên min hene û min heramî nedaye wan jî. Ez gelekî kêfxweş û serbilind im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın