Jiyan

Li Halîçê merasima ji behrê derxistina xaç hat lidarxistin

Ferhat Yasak  | 06.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Li Halîçê merasima ji behrê derxistina xaç hat lidarxistin Cem Tekkeşinoğlu

Istanbul

 Bi minasebeta salvegera 2026emîn a jidayîkbûna Hz. Îsa û vaftîzkirina wî li Patrîkxaneya Fener Rûmê ayîn hat lidarxistin û li qeraxê Halîçê merasima ji behrê derxistina xaç hat lidarxistin.

Merasim li Dêra Aya Yorgiyê ya li nava Patrîkxaneyê hat lidarxistin û Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos merasim bi rê va bir. Ayînê di saet 09.00î da dest pê kir û find hatin pêxistin û dia hatin kirin.

Ayînê nêzî 4 saetan dewam kir û piştra Bartholomeos û beşdarên ayînê wekî kortej meşiyan qeraxê Halîçê.

Patrîk Bartholomeos xaç avêt behrê û ji bo ku xaç ji behrê derxin nêzî 30 kesan xwe avêt behrê. Vasilios Konstantinidis serkeftî bû û xaç ji behrê derxist.

Gelek kesan merasima derxistina xaç temaşe kir.

Di wê kêliyê da ekîbên tenduristiyê û polêsê behrê jî amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.