Jiyan

Li gundê ku havînan 2 hezar kes lê heye, zivistanê tenê mixtar û malbata wî dijîn

Orhan Pehlül  | 13.01.2026 - Rojanekırın : 13.01.2026
Li gundê ku havînan 2 hezar kes lê heye, zivistanê tenê mixtar û malbata wî dijîn Orhan Pehlül

Adıyaman

 Li gundê Sarikayayê yê Adiyemanê ku havînan nifûsa wê digîhêje 2 hezar kesî, zivistanê tenê mixtar û malbata wî dijîn.

Gundê Sarikayayê yê girêdayî navendê ji nêzîkî 200 malan pêk tê.

Bihar û havînê malbatên ku ji Adiyeman, Meletî û Gazîentabê tên gund çandiniyê dikin û heywanan xwedî dikin.

Dema dibê payîz gundî vedigerin û zivistanê jî kes li gund namîne û bêdengî çêdibe.

Mixtarê gund Alî Riza Bîldîkê ku zivistanê jî li gund dijî ji firinan nanê kartî berhev dike û heywanên li kuçeyan têr dike.

Bîldîk ji rojnamevanan ra daxuyand ku ew havînê mixtariya gund û zivistanê jî parêzvaniya gund dike.

Bîldîk wiha axivî: "Gundê me qasî ji 200 malan pêk tê. Havînê nifûsa me di navbera 1500-2100î da diguhere. Havînê qerebalix e, lê payîzê ji ber şert û mercên zehmet ên zivistanê ew vedigerin bajar û navçeyan. Lê ez gundê xwe nahêlim. Hem ji bo ku zirar negîhêje gund û hem jî heywanên li kuçeyan tenê nemînin em li vir dijîn. Ez ji ber ku li gund dimînim kêfxweş im, ez vê derê û welatiyên me hez dikim."

Bîldîk anî ziman ku ew terka gund nake û bi malbata xwe ra lê dijî û wiha dewam kir: "Ji bo ku em aciz nebin çend heywanên me hene û em bi wan ra eleqedar dibin. Em şîr didoşin û penêr çêdikin. Hin caran hevalên me tên ziyareta me û ev jî me kêfxweş dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın