Jiyan

Li gundên Agiriyê bi tirpanê mêrgan diçinin

Abdullah Söylemez  | 28.07.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Li gundên Agiriyê bi tirpanê mêrgan diçinin

Ağrı

Welatiyên li gundên Agiriyê cotkariyê dikin li mêrg û zeviyên bi makîneyê nayên çinîn bi tirpanê gihê û sap diçinin û ji heywanên xwe ra dixin alifê zivistanê.

Li bajarê lê heywandarî û cotkarî tê kirin cotkar ji bo debr û alifê zivistanê yê pez û dewarên xwe dest bi xebatên bi zehmet kirin.

Cotkarên mêrg û zeviyên xwe yên li rastê bi makîneyan diçinin mêrg û zeviyên xwe yên li pal û newalan jî bi tirpanê diçinin.

Gundiyên ber destê sibê derdikevin rêya zevî û mêrgên xwe bi tirpana bi salan e pê zevî û mêrgan diçinin dest bi xebata xwe ya rojê dikin.

Cotkar ligel germa rojê bi zora milan gihayê xwe diçinin hin caran jî paletiyê dikin û pê debara xwe dikin.

Gundiyên kom kom gihê diçinin di heman demê da kilamên dengbêjan jî dibêjin û karê xwe pê sivik dikin. Gundî paşê gihê tirmix dikin û didin ser hev.

Cotkar payîzê gihayê xwe dikişînin dixin lod û amadehiyên zivistanê dikin û zivistanê pez û dewarên xwe bi gihê û kayê alif dikin.

Îhsan Ergulê ji Surenkoka gundê Giyadînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 60 salî ye û nîvê emrî wî bi kişandina tirpanê derbas bû.

Ergul got berê makîne tunebûn hema bêje her kesî bi tirpanê giha diçinî û wiha pê da çû:

"Em her sal van çaxan bi tirpanê gihê diçinin. Di van salên dawîn da îmkanên teknolojîk zêde bûn êdî bi motor û makîneyan gihê diçinin. Eraziyên me li çil û çiyayayn in ji ber vê em bi tirpanê gihê diçinin. Îsal ji ber hişkahiyê zeviyên me rind nebûn. 30 sal e tirpanê dikişînim. Ji ber ku êdî kal bûm ez ê hêdî hêdî dev ji tirpanê berdim. Bi tirpanê çinîna gihê gelekî bi zehmet e. Jixwe ji şeveqê hetanî êvarê em bi zora milan gihê diçinin. Tirpan ji kal û bavên me maye. Kalikên me ji bavên me ra bavên me ji me ra hîştin, em ê jî ji ciwanan ra bihêlin."

Ergul destnîşan kir ku 9-10 kes tên ba hev bi hev ra tirpanê dikişînin û gihê diçinin, dema tirpanê dikişînin hemû ezayên bedenê bi hev ra dixebitin ji ber vê jî merivan li ser piyan digre.

Fesîh Demîrê (53) cotkar jî aliyê hevdu dikin û gihayê hemû gundiyan diçinin û wiha axivî: "Dema tirpanê dikişînin ez serhonaztiyê dikim yên din li peyê min rêz dibin. Em her sal bi tirpanê gihê diçinin. Em jî dizanin karê zor û zehmet e lêbelê ji bo alifê heywanên xwe em mecbûr in ku vî karî bikin. Dema tirpanê dikişînin beden tê ser hemdê xwe meriv saxlem dibe. Min di 15 asliya xwe da dest bi tirpanê kir û 37 sal e tirpanê dikişînim. Difikirim ku êdî dev ji kişandina tirpanê berdim. Zar û zêç êdî mezin bûn û emrê min jî derbas dibe. Bi saya tirpanê bedene min wiha saxlem û ez li ser xwe me."

Demîr got di seranserê havînê da çinîna gihê hînî zarok û ciwanan dikin û ew ê her tim li tirpana ji kal û bavan maye xweyî derkevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın