Jiyan

Li gundên Rojhilatê kelecaniya badmîntonê

Önder Beyter  | 02.03.2021 - Rojanekırın : 09.03.2021
Li gundên Rojhilatê kelecaniya badmîntonê

Kars

 Di çarçoveya "Projeya Badmîntona Gel a Gundan" da ku Wezareta Ciwanî û Werzişê û her wiha Federasyona Badmîntonê ya Tirkiyeyê bi hev ra bi rê va dibin, welatiyên ku li gundan dijîn bi badmîntonê ra dibin hevnas.

Di çarçoveya projeyê da peywirdarên wezaretê û yên federasyonê diçin gundên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê û alîkariya ekîpmanan didin welatiyan û her wiha li meydanên gundan bi beşdariya qelebalix va badmîntonê fêrî welatiyan dikin.

Peywirdarên ku çûn gundê Karahamzayê yê Selîma navçeya Qersê, li hewşa dibistanê ya biberf, bi xweliya komirê va yarîgeha badmîntonê çêkirin.

Şêniyên gund bi rêya mixtarê gund bo yarîgeha badmîntonê hatin vexwendin, li vê derê raket, forma û gog wekî diyarî li welatiyan hatin belavkirin. Her wiha xelkê gund jî kelecanî bûn ku cara ewil bi badmîntonê bûn hevnas û her wiha ev leyîstik leyîstin.

Maçên ku şêniyên gund di navbera xwe da kirin, dîmenên rengîn derxistin.

Nûnera Badmîntonê li Parêzgehê Pinar Yagmur Toprakê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan di çarçoveya projeyê da li tevahiya Tirkiyeyê, alavên badmîntonê birin 82 gundan û ev werziş fêrî şêniyên gund kirin.

Toprakê bal kişand ku li gund hin kes cara ewil badmînton bihîstin û wiha dewam kir:

"Di serdema pandemiyê da mîna herkesî, welatiyên li gundan jî di malên xwe da man û lewma bêhna wan jî teng bû. Me jî xwest ku em di vê pêvajoyê da vê werzişê bi wan bidin nasandin û piştevaniya wan bikin. Lewma îro em hatin gundê Karahamzayê. Xelkê gund jî eleqeyeke germ nîşanî me û vê werzişê da."

Mixtarê gundê Karahamzayê Ergun Doşkaya jî diyar kir ku kêfa gundiyan bi werzişa badmîntonê ra hat.

Doşkaya diyar kir, li gundê wan hin werzişvan hene ku di warê fitbol, voleybol, tenîsa maseyê û gulaşê da pile wergirtine û wiha dewam kir, "Niha jî me werzişa badmîntonê nas kir. Em ji vir sipasiya Federasyona Badmîntonê ya Tirkiyeyê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.