Li gundên quntara Çiyayê Sîpanê yên ku bi berfê venixumîne zivistan jiyanê zehmettir dike
Bitlis
Li gundên quntara Çiyayê Sîpanê ya li Adilcewaza navçeya Bidlîsê xanîyên yekqatî, tewle û gîhayê heywanan bi berfê venixumî ne ku welatî di nav van şert û mercên zivistanê yên dijwar da zehmetiyê dikşînin.
Li gundên quntara Çiyayê Sîpanê ku çiyayê sêyemîn ê herî bilind ê Tirkiyeyê, xwedîkirina heywanan ji ber zivistanê bi zehmet e.
Li gundê Harmantepeya ku zêde berf barî û mal, tewle û kadîn di binê berfê da man gundî ka û gîhayê heywanên xwe li ser berfê radixin û wan têr dikin.
Mixtarê gund Abdulselam Demir ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku îsal li gund zivistan pir dijwar derbas dibe û wiha axivî: "Îsal zêde berf barî û zivistan dijwar e. Berfa 20 sal berê dîsa hat. Di van şert û mercên zivistanê da jiyan dijwar e. Qalindahiya berfê jî pir zêde ye. Ji ber vê yekê, em pir zehmetiyan dikişînin. Gundê me bi rastî di bin berfê da maye."
Ji gundiyan Yaşar Balci jî anî ziman ku 20 sal bû ku evqas berf nebaribû û wiha got: "Li başûrê gundê me Gola Wanê û li bakur jî Çiyayê Sîpanê heye. Ji ber vê yekê zivistan dijwar e û em zehmetiyan dikişînin."
Servet Demirê heywanan xwedî dike jî behsa paqijkirina berfa li derûdora mala xwe kir û got piştî paqijkirina berfê ew heywanên xwe têr dikin.
Aydin Demirê ku heywadariyê dike jî got ew ji zarokatiya xwe pê va yekem car e ku li gund evqas zêde berfê dibîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
