Li gundên Agiriyê biharê jî mal û gom di bin berfê da ne
Ağrı
ABDULLAH SOYLEMEZ - Li gundên bilind yên Agiriyê ku xanî û gom di biharê da jî di bin berfê da dimînin, welatî di nava şert û mercên dijwar da dijîn û heywanên xwe xwedî dikin.
Li Agiriyê ku di salên dawî da lê zêde berf dibare, jiyana li gundan di meha Adarê da jî mîna zivistanê dijwar e.
Li gundên Aşagikent, Ortakent û Başkent ku bi qasî 40 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr in û li ser sînorê Qersê ne, meha Adarê wekî zivistanê tê hîskirin.

Li gundên ku xanî û gom di bin berfê da mane, niştecih ji bo xwedîkirina heywanên xwe zehmetiyan dikişînin.
Piştî berfa zêde ya ku di rojên dawî da li herêmê barî, xanî û gomên yekqatî yên gundan hema bêje di bin berfê da mane.
Yusuf Kinatê ku li gundê Ortakent dijî, ji nûçegihanê AAyê ra got ku zivistan pir dijwar e û her der bi berfê hatiye nixumandin.
Kinat diyar kir ku wan di biharê da zivistan dîtiye û got, "Di zivistanê da tenê 2-3 mal li gund man. Em bi heywandariyê ra mijûl dibin. Li hin deveran kûrahiya berfê ji 3 metreyan derbas dibe. Hin mal di bin berfê da winda bûne, berf ji bilindahiya malan derbas bûye."
Halîs Bayramê ji gundê Başkentê destnîşan kir ku ew di nav şert û mercên dijwar da jî heywanên xwe xwedî dikin.

