Jiyan

Li Goleya navçeya Erdexanê di newala ku bi kulîlkan xemiliye da çalakiya bisiklêtsiwariyê

Günay Nuh, Aykut Temur  | 28.05.2025 - Rojanekırın : 31.05.2025
Li Goleya navçeya Erdexanê di newala ku bi kulîlkan xemiliye da çalakiya bisiklêtsiwariyê

Ardahan

 Li Goleya navçeya Erdexanê, li newala bi darên çaman û bi kulîlkan venixumandî çalakiya bisiklêtsiwariyê hat lidarxistin.

Çalakiya ku ji aliyê Nûnertiya Erdexanê ya Federasyona Bisiklêtan a Tirkiyeyê va hat lidarxistin, bisiklêthez li Newala Goleyê li hev civiyan.

Ji vê derê 7 siwariyên bisiklêtan ji rêyên bi çaman dorpêçkirî û erdên bi kulîlkan xemilî ra derbas bûn û gihîştin Zozanên Canibegê.

Bisiklêtsiwarên ku bi qasî 70 kîlometroyî pedel lêxistin, bal kişandin ser bedewiyên herêmê.

Nûnerê Erdexanê yê Federasyonê Muhammed Yildirim ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku wan ev tûr bi mebesta balkişandina ser bisiklêtsiwariyê û nîşandana bedewiyên siruştê li dar xist.

Yildirim destnîşan kir ku wan ji vê tûrê gelekî kêf sitandiye û wiha axivî, "Me xwest em nîşan bidin ku werziş li herêma me jî dikare bê kirin. Ez bawer im em bi ser jî ketin. Em ê rotayên nû keşif bikin û vê werzişê berbilavtir bikin. Em bisiklêtsiwaran vedixunîn bo Erdexanê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın