Jiyan

Li Gola Bendavê ya Devegeçîdiyê ji ber zuhabûnê jîndar zehmetiyê dikşînin

Osman Bilgin  | 16.09.2025 - Rojanekırın : 16.09.2025
Li Gola Bendavê ya Devegeçîdiyê ji ber zuhabûnê jîndar zehmetiyê dikşînin

Diyarbakir

 Li Gola Bendavê ya Devegeçîdiyê ya li Diyarbekirê ji ber zuhabûnê jîndar zehmetiyê dikşînin.

Gola bendavê ya ku di sala 1972yan da ji bo avdanê li ser Çemê Devegeçîdiyê hatiye avakirin xwedî kapasîteya berhevkirina 220 milyon mêtrokup avê ye.

Îsal ji ber ku baran kêm barî, hewa germ bû û hilm zêde çêbû asta avê ya bendavê jî kêm bû.

Ji çûkên koçber bigire heta masiyên curbicur, ji kûsîyan bigire heta gelek heywanên cuda li hewzaya golê dijîn, lê ji ber kêmbûna ava bendavê jiyana wan jî di xetereyê da ye.

Ekîba AAyê par di meha îlonê û îsal dîsa meha îlonê da wêne û dîmenên golê kişandin ku kêmasiya avê û asta zîhabûnê bi eşkere xuya dike.

Gol ji bo xwarin, bêhnvedan û cotbûna çûkan, karê masîvaniyê û avdana zeviyan cihekî girîng e, lê ji ber ku ava wê kêm bûye heywan di nav heriyê da hewl didin ku xwarinê bibînin.

Wêne û dîmenên gola ku ava wê kêm bûye û heywanên li vê herêmê dijîn ji hewayê hatin kişandin.

Hîndekarê Makezanista Zoolojiyê ya Beşa Bîyolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Recep Karakaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku bandora germahiya kurewî û guherîna avûhewayê bi eşkere li golê xuya dike.

Karakaş anî ziman ku ji ber germahiya zêde û hilma ku çêdibe asta avê ya gelek çavkaniyên avên şêrîn û qadên avî kêm bû ku ev jî bandoreke neyînî li ser çûkan û heywanên din dike.

Karakaş daxuyand ku parastina avê û kêmxerckirina wê hem ji bo însanan û hem jî ji bo heywanan pir girîng e û got mîzana siruştî girêdayî hev e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.