Li Girava Akdamarê ayîna 13emîn hat kirin
- Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan: - "Me li Dêra Surp Xaçê ya Akdamarê ya 1100 salî dîroka xwe bibîr anî. Me seba roja îroyîn şikir kir. Vêga em vedigerin malên xwe. Em spasdarê rayedarên dewletê ne ku ev derfet da me"

Van
Bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê, Girava Akdamarê ya li nava Gola Wanê salê carekê seba îbadetê vedibe û li dêrê ayîna 13emîn hat kirin û kuta bû.
Kesên ku ji bo beşdariya ayînê hatin bajêr, danê sibehê ji îskeleyên Edremît û Gevaşê bi kelekan va birin giravê.
Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, alîkarê wî Rahîb Kaspar Garabetyan û Epîskopos Hovagim Manukyan jî hatin giravê û bi ziyaretvanan ra sohbet kirin.
Li Dêra Akdamarê bi beşdariya mensûbên Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê û ziyaretvanan ayîn hat kirin û Manukyan rêvebiriya ayînê kir.
Maşalyan serokatiya ayînê kir û beşdaran find pê xist, dia kir û îlahî gotin.
Maşalyan daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Me li Dêra Surp Xaçê ya Akdamarê ya 1100 salî dîroka xwe bibîr anî. Me seba roja îroyîn şikir kir. Vêga em vedigerin malên xwe. Em spasdarê rayedarên dewletê ne ku ev derfet da me."
Midûrê Bajêr ê Çand û Turîzmê Abdurrahman Şahîn, Midûrê Ewlehiya Bajêr Murat Mutlu û Midûrê Muzeya Wanê Bulent Demir jî merasim temaşe kir.