Zekeriye Şimşek
17 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2022
Li Îslahiye û Arabana navçeyên Gazîentabê mij çêbû û mesafeya dîtinê heta 15 mêtreyan daket.
Li navçeya Îslahiyeyê mij çêbû û ji ber mijê di rêyan da trafîk çêbû.
Şofêran farên wesayîtên xwe vêxistin û hêdî hêdî pêş ketin.
Rayedaran hişyarî da ku li deverên mij lê heye, divê şofêr baldar bin û mesafeya teqîbê biparêzin.
Li navçeya Arabanê jî mij çêbû û tengasî da kişandin.
Serokê Odeya Şofêr û Otomobîlkaran a Arabanê Mustafa Karademir hişyarî da ku şofêr baldar bin.