Mahmut Bazlama
16 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2023
Li Gazîentabê Vakkas Ekîciyê 112 salî li nexweşxaneya ku tê da tedawî dibû, wefat kir û li navçeya Arabanê hat definkirin.
Ekîcî li Gazîentabê di nexweşxaneyeke taybet da wefat kir û cinazeyê wî birin taxa Akbudakê ya li ser navçeya Arabanê ku lê dijiya.
Li taxê piştî nimêjê cinaze li goristana taxê hat definkirin.
Li gor gotinê li navçeyê merivê herî kal Ekîcî bû û bavê 10 zarokan e û 40 neviyên wî hene. Şêniyên navçeyê ji bo Ekîcî li ber xwe ket.